DOAJ Open Access 2025

Taybetmendîyên Şêwezarê Şêxbizinî

Zülküf Ergün Mehmet Emin Özgür

Abstrak

Şêxbizinî piştî zarên kurmancî û zazakî şêwezarê kurdî yê sêyem e ku li Tirkîyeyê tê axaftin. Şêxbizinîyên ku bi vî şêwezarî diaxivin, di sedsala 16em da di encama milmilaneya Osmanî û Sefewîyan da ji nav sînorê Îrana wê demê ber bi desthilata Osmanî koç dikin û bi demê ra li cografyayeke berbifreh belav dibin. Herçend şêxbizinîyên li Îraqê ji alîyê zimanî ve di nav kurdîya soranî da bihelin jî li Tirkîyeyê di asta axaftinê da dikarin şêwezarê xwe biparêzin. Armanca me ji vê gotarê ew e ku em taybetmendîyên cîyaker ên şêxbizinî rave bikin û cihê wê di nav zar û şêwezarên kurdî yên din da destnîşan bikin. Ji ber vê em bêhtir li ser taybetmendîyên cîyaker ên şêxbizinî zûr dibin û wê bi zarên din ên kurdî ra berawird dikin. Piştî nirxandinên li ser deng, teşenasî û ristesazîya şêxbizinî em digihîjin wê encamê ku şêxbizinî şaxeke zarên kurdîya başûrî ye ku bi demê ra karîgerîya kurmancî li ser çê bûye.

Penulis (2)

Z

Zülküf Ergün

M

Mehmet Emin Özgür

Format Sitasi

Ergün, Z., Özgür, M.E. (2025). Taybetmendîyên Şêwezarê Şêxbizinî. https://doi.org/10.55253/nubihar.2025.1767012

Akses Cepat

Informasi Jurnal
Tahun Terbit
2025
Sumber Database
DOAJ
DOI
10.55253/nubihar.2025.1767012
Akses
Open Access ✓