DOAJ Open Access 2023

Prensîpên Amadekirina Ferhengeka Ortografîk ji bo Kurdîya Kurmancî

Mikail Bülbül

Abstrak

Ji bo standardîzasyona zimanekî çend qonaxên sereke hene ku hilbijartina herêmeka zimanî, grafîtîzasyon, kodîfîkasyona normên rêzimanî û ferhengî û modernîzasyon hin ji wan in. Amadekirina ferhengeka ortografîk anku standard jî yek ji karên sereke ye ku dikeve nav xebatên kodîfîkasyona zimanekî. Di vê xebata xwe da em dê li ser prensîpên amadekirina ferhengeka ortografîk ji bo kurdîya kurmancî bisekinin. Di kurdîya kurmancî da jî wekî gelek ziman û dîyalektên zimanên din gelek varyantên bêjeyan hene. Ji bo amadekirina ferhengeka standard ji nav varyantên bêjeyekê hilbijartina formekê karekî hem giring hem jî hesas e. Ji bo xebateka weha divê pêşî varyantên bêjeyan ji devokên cuda bên berhevkirin û lijeneyeka biryarder bê sazkirin. Ew lijneya biryarder ji nav varyantên bêjeyan divê yekê ji bo kurmancîya standard hilbijêre. Ji bo ku bikare biryarê bide jî divê meylên biryardanê tesbît bike. Berbelavîya formeka varyantekê, hevbeşbûna navbera dîyalektan, forma zimanê deynkirî, forma kurdîbûyî meylên giring in ji bo biryardana li ser varyantekê. Armanca vê xebatê jî ew e ku ji bo ferhengeka standard a kurdîya kurmancî prensîpên sereke yên ferhengeka ortografîk nîqaş û destnîşan bike.

Penulis (1)

M

Mikail Bülbül

Format Sitasi

Bülbül, M. (2023). Prensîpên Amadekirina Ferhengeka Ortografîk ji bo Kurdîya Kurmancî . https://doi.org/10.55253/nubihar.1376298

Akses Cepat

PDF tidak tersedia langsung

Cek di sumber asli →
Lihat di Sumber doi.org/10.55253/nubihar.1376298
Informasi Jurnal
Tahun Terbit
2023
Sumber Database
DOAJ
DOI
10.55253/nubihar.1376298
Akses
Open Access ✓