Hikayeta Ferx û Stî û Berawirdiya Wê bi Çend Vegêranên Olî re
Abstrak
Hikayetên gelêrî beşek ji cureyên vegêranê yê edebiyata gelêrî ne ku heta niha li ser wan kêm xebat hatine kirin. Wekî cure hikayetên gelêrî vegêranên dirêj in û bi piranî bo mezinan, li dîwan û odeyan tên vegêran. Hikayeta gelêrî ji aliyê vegêrana serpêhatî û bûyeran ve nêzîkî cureyên wek çîrok, destan û efsaneyan dibe. Lê ji hêla din ve xwedî taybetiyên xwe yên xweser e jî. Li gor lêkolînerên vê qadê hikayetên gelêrî wekî cure piştî destanan derketine holê û wekî form têkel in bi pexşan-helbestê. Herwiha hikayet li gorî rewşa civakî-çandî ji vegêranên din jî û ji yên olî jî hinek hêmanan werdigirin. An jî ji aliyê lehengan ve bi vegêranên olî re têkel dibin. Hikayeta Ferx û Stî yek ji wan hikayetan e ku di nav kurdan de tê vegêran, gelekî tê hezkirin û di erdnîgariyeke fireh de em rastî varyant û versiyonên wê yên ji hev cihê tên. Hikayet bi motîfên xwe yên derasayî û olî cuda dibe ji hikayetên din ên bi vî rengî. Em dê di vê xebatê de bi nimûneya hikayeta Ferx û Stiyê li ser hikayetên gelêrî bisekinin. Herwiha em dê hikayeta Ferx û Stîyê ji aliyê leheng û hêmanên têkildarî leheng ve bi hindek vegêranên olî re berawird bikin ku tevî hikayetê bûne.
Topik & Kata Kunci
Penulis (2)
Necat Keskin
Yahya Yavuz
Akses Cepat
- Tahun Terbit
- 2025
- Sumber Database
- DOAJ
- DOI
- 10.55253/2025.nubihar.1698024
- Akses
- Open Access ✓