DOAJ Open Access 2022

Di Navbera Çanda Nivîskî û Devkî da Beyta Feqîyê Teyran

Yaşar Kaplan

Abstrak

Feqîyê Teyran yek jî girîntirîn şa’êrê edebîyata kurdî ye ku ji alîyê xelkê ji rêzê ve gelek hatîye hezkirin û helbest û berhemên wî keftîne li ser zîmanê xelkî. Çend sebebên vê çendê hene ku xelkî ji wî gelek hez kirîye. Sebebê yekê ji ber sadebûn û safîbûna zimanê wî ye. Xelk, çavî helbestvanên din ên kurd pitir ji ziman, hizir û derbîrênên wî têdigehiştin û vê çendê zêdebelavbûna helbest û berhemên wî hêsan kirîye. Ji alîyê dî ve Feqî ji bo honandina berhemên xwe yên edebî pişta xwe bi hêmanên folklorîk û serhatîyên di nava xelkî da belav bestîye. Vêca wî çawan hêmanên folklorîk ên di nava xelkê da berbelav kirîye mijara berhemên xwe herwesa xelkî jî li ser wî gelek çîrok, çîrvanok, hîkaye û beyt çêkirine. Mijara vê nivîsarê beyteke gelêrî ye ku li ser hinek serhatîyên Feqîyê Teyran hatîye honandin. Ev beyt ji ber ku ji kombînasyoneke helbesta Feqî bi xwe û helbesta gelêrî pêkhatîye ji bo nîşêdana navêkraçûna edebîyata nivîskî û edebîyata devkî nimûneyeke gelek girîng e. Armanca vê nivîsê ji alîyê naverok, rûxsar, şêwe û alîyên cûda ve analîzkirina vê beytê ye.

Penulis (1)

Y

Yaşar Kaplan

Format Sitasi

Kaplan, Y. (2022). Di Navbera Çanda Nivîskî û Devkî da Beyta Feqîyê Teyran . https://doi.org/10.55253/2022.nubihar.1215773

Akses Cepat

PDF tidak tersedia langsung

Cek di sumber asli →
Lihat di Sumber doi.org/10.55253/2022.nubihar.1215773
Informasi Jurnal
Tahun Terbit
2022
Sumber Database
DOAJ
DOI
10.55253/2022.nubihar.1215773
Akses
Open Access ✓